Herdû çavên me hevdû dîn
Em bûn mina Mem û Zîn
Ket dilê me eşq û evîn
Me got yan jiyanek bi hev re yan neman
Me gelek soz bi hev re dan
Ku em rê nedin Beko-Hewan
Diyariyê xelkê baqek gula
Yê min û yarê perçak dile
Ji bo te çi pêwiste ez e bikim
Mîna Derwêş ji bo Hedlê çû ser Kîkan û Milan
Min winda kir welatê xwe
Ez qut bûm ji malbata xwe
Ciyayên min şînaya darên min
Kevane û nizarên min
Kahr, berx, pez û dewarê min
Nikarim di bin de rabim hemû buye barê min
Di ser min derbasbûn gelek sal
Porê min sipî bû ez bûme kal
Çi bikim ji min re nemaye çare û mical
Halê min ne tû hale
Jiyana min wê çawa derbas be
Ne xewne ne xeyale
Bawerbikin gelî hevala
Ez bûm palê pûşê vala
Çiqas bêjim xelas nabe
Ne bi gotinan û ne bi galgala
Hat guhê min dengê te
Ber çavê min ket rengê te
Ji bo xatirê çavê te
Min hêvî kir ji dê û bavê te
Sipas ji wan re em ne şikandin
Bi dilkî xweş em zewicandin
Şikir ji Rebê Bahnî
Qasim kir zave Gulîstan kir kebanî
Em hêvîkin tu bidê wan jiyanek baş
Mîna rengê merg û kanî
Tu destê wan ji hev qutnekê bi ciwanî
Madem ji hev-qetandin-bû çima te ev bi serê min kir
Ez rihetbûm kirim bêhal
Ez bi mal bûm kirim bêmal
Hê ez î sîh salî, kirim pîr û kal
Madem ji hev-qetandin-bû çima te ev bi min kir
Te ez kirim gopalê destê şivana
Te ez kirim got-gota gundî û cîrana
Te ez kirim çîroka li ser zimana
Madem ji hev-qetandin-bû çima te ev bi min kir
GELÎ GUNDIYAN
Gelî hevala cîran û gundiya
Heger hûn bêjin evîndarî bi çi kariye
Ez çûm gundê Dênwana şewitî li serê çiya
Min dît sê qîz ji wê ve hatin
Ya pêşî kihêla herebiye
Ya diduya bi min re kelimî bi farsiye
Yan sêseya tik-tika wê bi min re keniye
Wê bêbavê ramûsanek bi min re dayiye
Hemrê min bîst bû giha heştê saliye
Azrayîl û Cibrayîl hatin emanetê xwe biriye
Ez îfade kirim li ba Rebê Baniye
Gunehê min xêrê min kişandiye
Ez avêtim nav agirê cehnimê
Hê jî tahma ramûsana wê bê-bavê ji bin zimanê min hatiya
WELATÊ MIN
Xwezî te zanîbuya çawa ez bi kul û hisreta te me
Ew ewr û mija li ser te
Hilma kesera min a li ser te kişînim
Ew berf û barana li ser te
Histrên min in li ser te barînim
Ew birûsk û dengê tava li ser te
Birûsk şewta dilê min e
Dengê tava qîrêna min a
Dengê qaz û qulinga li ser te tê
Silavên min in ji te re şîn im welatê min
Her şev diha kim û serê xwe datîn im
Ku ez di xewna xwe de te bibîn im
Nizam kengî ez ê te himêz kim ve kulê ji dilê xwe derîn im
Welatê min nizanim ez ê çawa li te vegerim
Qeremê min şikestina nikarim li ser bi gerim
Navbera me de hene gelek sînor
Ez ne teyrekim di ser re bifirim
Mirovekî bê bask û per im
Min bêriya te kirî gelek
Navbera me de bahrek kûre
Min ne gemiye û ne kelek
Te çi bi serê min kir hey bê-bext felek
Dema tu tê bîra min
Tê ber çavên min seyd û nêçîra min
Tu yî eşq û evîna min
Tu yî keser û axîna min
ROJEKÊ
Meha sisê not û heft e
Li bajarê Bielefeld e
Ez ji mal derketim ser cehdê
Min dît bi girêdana welat hermetik ji wê ve tê
Ez gihîştim derba wê hermetê
Min silav lê kir min got metê
Tu bidê xatirê navê xwedê
Mîna bêhna welat ji te tê
Li min nêrî çav tijî hêstir bi kela girî
Got: ax ji derdê îxanetê
Bi gotina wê hermetê
Ne ezman ez tehmûl kirim ne herdê
Hindik ma ku dilê min cîh berdê
Min got: ci heye ci nîne li Serxetê?
Got: Lawo sorkê ji xwînê ava dicle û firate
Xwezî bi Helepce mihabatê
Hemrê min qediya li ciya birçî û xwas
Min pênc law xwedî kirin mîna teyrên baz
Her pênc şehîd ketin nebûn firaz
Xwedî û xwedana ji me geriyan tev bûn cahş
Hin ji tirsa hin ji ber mihaş
Min got: Gelê mayî çawane
Got: Lawo, hawar hawara sêwiyane
Kala rih û rûyê xwe berdane
Jinbiya xwe bi çekê reş pêçane
Li ser çiyan mij û dûmane
Dirrih û stirî li şûna bexçane
Kund li şûna beytik û bilbilane
Ew xweşiyên berê hîç nemane
Daristan şewitîn bûna qirik
Bê bombe neman ti cih û derek
Kevir li ser kevir nehiştin hêrivandin
Destê dê û ewlada ji hev qetandin
Lê tiştekî din heye ji min re kinyatiya
Min got: Ew çiya?
Got: Fileha, Misilmanan, Hilawiya û Êzîdiyan
Mil dana hev çûn sere çiya
Min got: Ew ji ber çiya?
Got: Armanca wan azadiya
Dilê min vegeriya û keniya
Min got: Qey tu nabêje di nêzîkda xilasiye!
Ax derdê vî zemaî
Tê bîra min wextê bi ciwanî
Min xebat kir bi farsî û pêlewanî
Heft zaroyê min hebûn îro ez hiştima bi tenê li binê xanî
Kes li halê min napirsê nabê tu çawanî
Li welatê xerîbiyê cîran naçe mala cîran
Hêstirê min herikîn herdû çavên min bûne mîna kanî
Ti çare û mical ji min re nîna
Hêviya min maye rebê banî
Ji nav bexçe ji min re gulî
Heke ji dil tu ji min hiz dikê
Bes, wî tebhî ji ser xwe hilî
Tu ji min re gulî
Tiştek ji gulê şêrîntir heye
Lê gul bi stirî be bê fêdeye
Ez tirsim em negihêjin hev
Tu nebê ew qedera min û te ye
XWEZÎ
Xwezî ez bibûma pêlava lingê şervanekî
Bibûma bilûra devê şivanekî
Ez bibûma xulamê xulamekî
Ez bibûma tembûra destê hozanekî
Li min xistina her têlekî bi hawayekî
Ez li welatê xwe bibûma bilbilê diyarekî
Kewê nizarêkî
Min bixwenda
Dengê min biçuya Sîpan, Cûdî û Şingal
Min kulê dilê xwe banîna xwar
Ez li welatê xwe kor û ker bûma
Li zîndana welatê xwe hêsîrê şer bûma
Li welatê xelkê ne xerîb û penaber bûma
Ez tirsim, çi buyî bila bibe
Bes quba min li goristanê min be
EZ HATIM
Bi kelim mîna Dicle û Firatim
Birayê Bêrîvan û Dilşadim
Leşkerê serok Apo me ez kewê rebatim
Li ser axa xwe çima ne azadim
Bimre koletî di ber azadiyê de ez serê xwe didim
Ez hatim, ez hatim!
Xwediye Kerkûk û Serhed im
Ez girtiyê zîndana Amed im
Li Sîpanê Xelatê Xecê û Siyamed im
Mîna Leyl û Mecnûn bi evîn im
Li Cizirê Mem û Zîn im
Pê-xwas li ber germ û cemid im
Ez êzîdî me bi sed û hed im
Piştî heftê û du fermana hê jî li ber xwe dim
Min soz dayî ku ez dev ji dozê bernedim
Ez hatim, ez hatim!
Dijmin çiqas bêje ez bi hêrs û girsim
Ez qet ji mirinê natirsim
Divê ez li mafê xwe bipirsim
Ez hatim, ez hatim!
Ez şervanê Apo me
Şêrê bi zincîr im
Xwediye serhildana Nisêbîn û Cizîr im
Maf-parêz im xwedî heşîr im
Li dijî Axa, Siltan û Mîr im
JI WEXTÊ TE JI MIN GEREHAYÎ
Ez bûma gulek bi rojan li ber tavê ne avdayî
Pelin ji min zerbuyîn hin weşehayî
Na welleh rêvingekî rê dûr ji hevala mayî
Qey guneyê te bi min nayî
Ez bûm kalekî heftê salî
Heval û dosta ji min gerehayî
Dora min mayî xur û xalî
Ez meşim li ser dar û çoka
Ez bûme dînekî li pêşiya zaroka
Cilê min qetînin porê min kişînin
Hawîr-dorê min hemû xwîn in
Gundî û cîran li wan ferricin
Halê min nabînin
Ew dibê hat ev dibê hat min bi ser hevûdin kawirînin
Li halê min bê
Çiqas tu dûr bê bila tu li kû bê
Silavekê bişî bê lawiko ez ê bê libê
Qey dinya wê xera bibê
Ev dinya li min buye zîndan
Min hişê xwe winda kir mam bê aqil û sewdan
Ji min re nema mal û mewdan
Ew gul û sosinê li Kurdistan
Min û te bi hev re av dan
Îro ew tev di bin piya de man
Qirika min ziwa bû qerimî zahr û ziman
Hê jî te bersiva min neda
Destê min di kelemçê de lingê min di qeyrê de
Çiqas ez bêjim nakê fêde
Ti rê neman ez herim pê de
GUNDO XWEZÎ MIN TU NEDIYA BI WÎ HALÎ
Gundê min diyî ne ew gunda
Ji dirrih û stiriya kes nikare here nav
Yek mal nemayê li ser linga
Hew tê dengê dîk û beytika
Tê dengê pepûk û kunda
Ez li halê te dinêrim
Hew karim xwe bigrim li ser linga
Îro dinya bihare
Kanî şîniya te ew siha dara
Ma xur û xalî buyî hêlîna mişk û mara
NE KU MIN XWEST
Destê min ji dayîk û bavê min, warê min qetandin
Ne ku min xwest ez pişta xwe bidim warê dergûşa min lê hatî hejandin
Bi rojan lêvê min werin derizandin
Ne ku min xwest rahêjim çekê û li kuştina mirovan bigerim
Wek-heviyê xwazim, li dijî şerim
Ez ê gelê xwe biparêzim jê re mertal û sipêr im
Ne ku min xwest kezeba dayîka xwe bişewitînim
Ne ku min xwest dawî li jiyana xwe bînim
Wek her kesî xwedî jiyanek bi evîn im
Ne ku min xwest ji teyr û lawira re bibim birhan
Min xwest gul û sosinê Kurdistan bi xwîna min werin av dan
Ne ku min xwest kor û seqet bibim li hev werim gerandinê
Ne ku min xwest canê şêrîn bidim şewtandinê
Min xwest agirê Kawa neyê ji bîr kirinê
XWEDÊYO ÇIMA EM LI VÊ DINÊ MANE BÊ BAHR
Gelê cihanê tev ji mer buye neyar
Ji her çar aliya li me dixin mîna gurên har
Kurdistan buye çalek tijî mar
Dostek ji me re nîna em li wan bikin gazî û hawar
Xwedêyo
Te em xuliqandin bi şiklê însane
Lê jiyana te dayî me ne jiyane
Cih û war ji mer nîna her em koçberin li ser rêyan e
Te em kirin mêhvanê mêhvana
Bi vî halî em man bi hezarê salan e
Li pêşiya me şera li taliya me ferman e
DIL KAFIRA-GOTINA JI BERÊ DE
Bes dilo ez di bextê te û xwedê de
Heta niha ez li pey te hatim tiştê min kir çû bi avê de
Heke destê min bigihaye te min ê tu ji nava xwe bavête
Bese hêdî dev ji min ber de
Jiyana min bû hêlîna kul û derda
Agirê evînê nebes bû xerîbî jî hat bi ser de
Felekê ez derxistim deşt û çola
Di lingê min de nemane sol û gore
Vê felekê çi bi serê min kir
Tirba min bi saxîtî kola
Çi felekek bê bexte
Vaye emrê min qediya
Min xweşî nedît ti wexta
Çi cara birîna min qamûş girt ew dîsa hat û tevda
Hey bêbext felek
Bese hêdî min dît gelek
Êş û derda ji min negera
Tevda li dora min bûne xelek
TU NEMÎNE
Tu nima silavê bidê û nama bişînê
Ez hiştim bi tenê li ber serma zistanê li ber germa havînê
Min dilê xwe da te
Min nizanîbû xapandina tu min himbêz kê wan hêstira bi ser min de barînê
Li te bê soz û qirarê derwînê
Çima nima dengê te tê
Bê ûjdanê bê mirwetê
Qey tu natirsê ji mirinê ji axretê
Li vê dinê tu fêrisî pêlewan bê
Tê ne her xweşik û ciwan bê
Rojekê tê li min poşman bibê
Tu nemînê tu nemînê
Ji te re pîroz û bimbarek bê heka tu yekî ji min çêtir ji xwe re bibînê
Heka tu yekî ji min ne baştir bihecibînê
Rebê halemê bayê felç li te xînê
Rexek ji te biriz e yek bi herdêv bimîn e
Derewînê derewînê
Tu stêrka li ber hyvê yî
Tu mîna xizala li çolê yî
Jêhatî mîna pilinga li serê çiyê yî
Tu keleka li ser avê yî avê yî
Şêrîna li ber dilê dê û bavê yî
Xwezî min zanîbuya tu nisîbê kê yî
MIN XWE HILDA TARA JORÎ
Li wir min dît keçeke torî
Destê xwe bi destê min da ez bi gorî
Heydê ka em herin seyranê
Serê çiyayê Kurdistanê
Got: bes wan henek û laqirdiya
Bav û bira me bînin
Wê bêjin pûştê ma ew kî ye
Heger got ma ew kî ye
Bê ew jî ji me ye yî êzîdiya
Ez bahwerim ew deynekin
Ma qey wan diniya ne dîtiya
SÊ ZERÎ JI GUNDÊ ME WINDANE MA WE DÎTINA
Min pirsî min got ma kesî ji we nedîne xwedê hebîne
Got ma zeriyê te bi çi karî ne qirkaşîna
Di pozê wan de xizêma zêrîne
Qirika wan bi mircan û morîn e
Bejna wan mîna sipîndarê avîn e
Rûkê wan î sore mîna sêvê xelatîn e
Porê wan çil û çar kezî ne
Girêdana wan bi şalik û şapê kurdî ne
Yek ji wan delala dilê min e
Got bavo tiştê tu dibêjê ew horî ne
Na welleh kesî qîzê bi wî karî ne dîne
EM NIZANIN XWEDÊ EM DAN JI ÇI RE
Hevalo li halê xwe binêr û ji xwe re bifikira
Însan karwan e dinya jê re pirr e
Sed salî tu li dinê bê
Rojekê wê bê xebera mirinê ya gelek tahl mirra
Adem hat Hawa pê re
Çiqas cinsê bi rih tê ji mirinê re
Xwezî bi wî nekê guneha dest bavêje xeyrat u xêra
Ev dinya li ber çi ye xwezî bi wî here cinetê nav horiya
ÎRO TÊ BÎHNA GUL Û RIHANE
Ji mer îro destpeka jiyan e
Malik din zêde bê ji gundê Dênwanê
Kerem kin werin kêf û xweşî û seyranê
Werin bigrin govend û dîlanê
Îro me sozek bi hev re dayî
Şîn û şahiyê xwe li hev bahr kin bikin tifaq û tebayî
Bi dilekî xweş derbas kin hemrê mayî
Me dost û heval hezimandin ji wan re danî dawet û şahî
MIN DA SER RÊYA LALIŞ
Ez meşiyam şev û rokê
Gihîştim serê çiyayê Bagokê
Lalişa Nûranî xuyakir nêzî bajarê Dihokê
Min çavê xwe girt û diha kir, gelo heya ez bigêhjim te rokê
Kesek bi min re kelimî got: Li cem te ye Stûna Mirada
Min çavê xwe vekir û destê xwe lê bada
Gote min: Ez ê havza te bikim ji neqenç û fesada
ÇARDEHÊ HEZÎRANÊ
Gelê Kurd ketî nav kêf û seyranê
Min got: Ew çi şahî û xweş-hale
Got: Me yek parlement û yek ale
Keda Pêşmerga neçû vala
Kurdistanê tu xweş Kurdistanî
Îro da te şewqa birêz Barzanî
Xweş herikîn mêrg û kanî
Gelê te tev azad e, ji îro û pê da mehêl bin destanî
Serokê me xweş rêber e
Em hêvîkin rojek were
Perçê din jî tu rizgarke ji destê dagirkera
Kurdistanê mizgîn li te tu ne di bin destayî
Lê pêwiste yekbûn tifaq û tebayî
EZ IM QASIMÊ DÊNWANÎ
Ji derdê vî zemanî
Min qîma xwe bi nêzîk nanî
Bilind firîm di ser bahr û ewran re
Ceng û baskên xwe bi kar anî
Ez çûm ser gundê Dênwanê min li serê Xirbê Şemdê danî
Min dît qîzek ji wêve tê bi giranî
Şewq û şemala wê qîzê min jê pirskir, min got: horiyî yan însanî
Niha xwedê kî tu ji min re nabê kebanî?
Got: Nikam te bişkênim ji ber tû mêhvanî
Xwedê bike miradê mirad-xwaza şikir ku ê me bi cîh anî
EM NIZANIN XWEDÊ EM DAYINE JI CI RE
Heger mirov li halê xwe bifikire
Însan karwane dinya jê re pirr e
Sed salî tu li dinê be wê were xebera mirinê çiqas tahl û mirra
Adem hat Hawa pê re
Çiqas cinsê bi rih bê ji mirinê re
Xwezî bi wî ku guneha, dest bavêje xeyrat û xêra
Ew dinya li ber çî ye
Hêviya me hemuyan Rebê Jorî ye
Xwezîka min bi wî be, cihê wî cinet be here nav horiya
KEÇIKA DÊNWANÎ
Gelek soz bi min re dan te bê-bextî bi kar anî
Tiştê te kir tu şerm nake
Qey tu ne beşer û însanî
Ez ji xwe re kuştim bi ciwanî
Dost û hevala ji min gereha
Ez bi tenê mam li binê xanî
Tu çara min nîne
Hêviya min Rebê Bahnî
AX MIDYADÊ
Ku ferman li serê me rabe
Bê te ti car jiyan nabe
Dora te bexçê rengîne
Sûryanî û Êzîdîne, Misilman û qereçîne
Yek ji me birayê yekî ne
Dora te bi hejîr û hinar in
Gelê te tev sinhetkarin
Hin hedadin hin zêrkerin
Ferza îro em ji nav te derin
Ne ku em kor û kerr in
Rojekê em ê li te vegerin
Ax Midyadê ax Midyadê
Guneh kirin cihê xêra
Mizgeft kirin cihê Dêra
Rovî ketin cihê şêra
Tu cihê bav û kala
Ji te tê bîhna am û xala
Çima tu îro mayî vala
XERÎBIM
Xerîbim penaberim
Hawirê min bahre ne sobekerim
Mîna teyrekî ji refê xwe qetehayî bê ceng û per im
Gerhokim destê xwe vedigirim li dev sosyala digerim
Çav li deriya xwelî-li-ser im
Xerîbim
Min nasnama ecnebî sitand gelek pê dilxweşim
Dîsa min qebûl nakin çima ez î ser-reş im
Nikarim li rê û rêzê wan bimeşim
Xerîbim ez î korim
Dihaçiyê Rebê Jor im
Wek her kesî bi dê û bav bim
Li welatê xwe vegerim bi çav û gav bim
Ez xerîbim ez koçberim
Ti rê nîna ez pê da herim
Dawî ez ê li welatê xwe vegerim
Bi destekî ez ê rahêjim çeka taze bi destekî kevoka sipî
Yan şer yan aşîtî
Naxwazim şer bikim aşîtiyê qebûl nakî
Ez ê şer bikim ji neçarî
EZ SÛCDARIM BI SÛCÊ XWE NIZANIM
Rê-dûrim bar giranim
Ez bi kûda cihanê de herim penaber û mêhvan im
Ji teyr û lawira re bîrhan im
Ji mirov û însana re qurban im
Ferza ez kurd im wek her kesî însan im
Xwedî dîrokek kevin û ziman im
Lê ez çi bikim bê maf û jiyan im
Ez sûcdarim bi sûcê xwe nizanim
Ez sûcdarim
Ji her gelî re heval im
Lê çima ji kurdan re neyarim
XWEDEYO
Çima em li vê dinyayê mayîn bê bahr
Gelê cîhanê tev ji me re buyî neyar
Ji her çar aliyan ve xwîna me vexwin mîna gûrê har
Kurdistan buyî çalek tijî mar
Dostekî me nîna em li wan bikin gazî û hewar
Xwedeyo
Te em xuliqandin bi şiklê însana
Lê jiyana te da me ne jiyane
Cih û war ji mer nîne
Em koçberin tim li ser rêyane
Te em kirin mêhvanê mêhvana
Bi vî halî em man bi hezarê salane
Li pêşiya me şer e li taliya me fermane
ÇIYAYÊ BAGOK
Çiyayê Bagok tu xweş çiyayî
Li ser te tim şer û ceng e
Ti bihara tu ne xwuyayî
Sedê sala di ser te ve çûn hê tu bi vî halî mayî
Çiyayê Bagok
Li hawirê te serhildan e
Li Cizîrê li Nisêbînê
Ew sosin û beybûnên te şîn buyîn bi xwînê
Çiyayê Bagok
Hemû çiya ji te ve xwuyane
Li rexekî te Şingal li yekî Cûdî li yekî jî Sîpane
Netirse wê te rizgarkin
Dora te girtin heval û şervanan
Yek Şero ya yek Harûn a yek jî Bêrîvan e
Û Serok APO serokê wan e
AZRAYÎL WÎ LI BER DERIYE
Dibê hemrê te qediya
Gelî cîran û gundiya
Ji bo Xwedê herin bêjin yarê
Ev bû sîh sal min nediya
Bê hê ev dil ji te bi hêviye
Ev şev û rojek li ber xwe didim
Te nebînim rihê xwe ji dest nadim
Carkê were bi te şa bim
Ez ne harim ez ne dînim
Xwediyê jiyanek bi evîn im
Qasira ji yarê re şînim
Dixwazim saxî te bibînim
Vê kulê ji dilê xwe derînim
Hey felekê hey lê demê
Çima te ez hiştim bi tenê
Te yara min ji min dûr xist
Rê nizanim nikam hemê
Tirsim bimrim hew bibînim
Ez bimînim bi vê xemê
Pê zanibe tu qatilî
Te ez dam herdê ji ser min hilî
Tu bê-xofî ma tu gawirî
Bi dostanî ji xwer kûştim
Ji hogir û hevalan hiştim
Bê agir bi evîna te ez biriştim
Li vê cihanê nemaye bîr û bawer
Ew ramûsanê te li min bûn kûl û keder
Her sozeke te bû şûr û xencer
Li ber çavên min e ew rûdana te esmer
Kim û nakim ji dilê min nayê der
Ji min re nemaye çare û mefer
Êşa zirav bi min ketî
Ka wer li halê min binêr
Wera wera keçika torî
Tu ne însanî tu yî horî
Ez ê diha bikim ji Rebê jorî
Tu bexçak buye min ê ji te re bikre nahtorî
Ji bo pelekî tenê ne weşihê min ê canê xwe ji te re bikre gorî
Piştî te ez hêsîrim ez rebenim
Girî betal nakim
Kesek nîna ez pê re bikenim
Eva bîst sal min nedîn heyv û stêrkên li ezmana
Tim serme mij û morane
Yanî berfa yan barane
Tu dibê qey ew ne cîhane
Ez bûm hevalê miriyên goristana
Xeyala min hê jî Kurdistane
Xwîn şêrînê rûden şimamokê
Tu sosinek buyî li serê çiyayê bagokê
Ji bonî te himbêz kim
Li ser lepan li ser çokê
Gihîştim te şev û rokê
Ji ber destê min firrî mîna kevokê
Carekê were xwedê hebîna
Pirr bêhalim dikişînim axîna
Hê ev dilê melûl li ser te bi evîne
Îro tê bîhna gul û rihanê
Xwezî ez li cihê lê bûyî bûme
Li gundê Dênwanê
Heke tu ji welatê xwe dûr ketibê
Çiqas cihê te xweş be bila tu li kû be
Çi ba bê wê te li ber xwe bibe
Heke bê tu li ber xwe birî
Fêde nake gazin û girî
Tu yê bibe saxê nemirî
Heke tu li ber bê ketî
Li wir nîna şerm û fedî
Tû kes li te nabê xwedî
Hêdî tu rê-dûrî rê-nêzanî
Bar hilgirî bar giranî
Devê te hew gerê bi tû zimanî
Li te napirsê Rebbê Banî
Li ser te bi tenê bi evînim
Wexta ku ez te nabînim
Ez gurekî har û dînim
Ji hêstiran çavên min bin wek kanî
Kim û nakim nasekinînim
Hew dixwazim bijîm li vê cihanê
Piştî te ez ê kê bihecibînim